Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî termên şehîdên topbarana Zaxoyê bo Bexdayê hatin şandin

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro danê sibê termên 9 geştyarên Iraqî ku duh di topbarana ser seyrangeha gundê Perexê de li sînorê rêveberiya serbixwe ya Zaxoyê şehîd bibûn, ji bajarê Hewlêrê ve bo Bexdayê hatin birêkirin.
Îro danê sibê termên 9 geştyarên Iraqî ku duh di topbarana ser seyrangeha gundê Perexê de li sînorê rêveberiya serbixwe ya Zaxoyê jiyana xwe ji dest dabûn, ji bajarê Duhokê ve bo Hewlêrê hatin birêkirin.
Nêçîrvan Barzanî di merasimê de ji bo rêzgirtinê destegul danî ser tabûta qurbaniyên topbarana Zaxoyê û paşê çû cem kesûkarên qurbaniyan û ew himbêz kirin û hevxemiya xwe nîşan da. Herwiha got ku ji bo alîkarî û dermankirina birîndaran li hindur û derey Iraqê ew amade ne.
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha beşdarî di rakirin û veguhestina termê biçûktirîn qurbaniya topbarana Zaxoyê de jî kir ku keçeke yek salî bû û li gel Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên termê wê zarokê heta nav balafirê bir.
Piştre termên qurbaniyên din ên bûyerê jî bo nav balafirê hatin veguhastin da ku bo Bexdayê bên şandin.
Duhî li navçeyeke geştiyarî ya Zaxoyê di encama bombebaranê de 9 geştyarên Iraqê şehîd bûn û hejmareke din jî birîndar bûn, ku di nava wan de jin û zarok hene.




