26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Xelkê Raniyeyê duhî careke din li qadan bûn

Çavkanî: KDP.info

Raniye-KDP.info/ Bi helkefta bîranîna 22 saliya raperîna mezin ya gelê Kurd, duhî xelkê pêşeng yê bajarê Raniyeyê careke din li qada bûn.

Di roja 5-3 sala 1991`an de, li bajarê Raniyayê, raperîneke mezin û qeşeng ji aliyê gelê Kurd ve , li dijî rêjîma Bas yê xwînvexwer pêk hat û di encamê de, ew raperîn li hemû dever û bajarên Başûrê Kurdistanê belav bû.

 Di merasima duhyê de Serokê Parlementoya Kurdistanê, hijmareke din ji Rayedarên îdarî û siyasî yên Kurdistanê jî beşdarbûn.

 Di encama wê Raperînê de, hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê rizgar û azad bûn, digel wê yekê de, xebat û tekoşîneke nûjen û nûtir dest pê kir.

 Ew Raperîn pêngaveke dîrokî û gelek mezine ji bo gelê Kurd  ku dikarî naznavê ji gelê Kurd re bedî bîne.

Nûçeyên têkildar