Mesrûr Barzanî: Topbarana li sînorê Zaxo ji aliyê hêzên Tirkiyê ve bi awayê herî tund şermezar dikim

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser bombebarana seyrangeha gundê Perex a Zaxoyê ragihand, “Ez bi awayê herî tund topbarankirina gundê Perex a Zaxoyê ji aliyê hêzên Tirkiyê ve ku di encamê de çend welatiyên sivîl hatin kuştin, şermezar dikim.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, “Ez bi awayê herî tund topbarankirina gundê Perex a Zaxoyê ji aliyê hêzên Tirkiyê ve ku di encamê de çend welatiyên sivîl hatin kuştin, şermezar dikim.
Min Wezîrê Tendirustiyê Dr. Saman Berzincî şandiye cihê bombebaranê û bi Berpirsê Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo re axivîme ku pêwîstiya birîndaran û malbatên ku hezkiriyên ji dest dane bi çi hebe were dabînkirin.
Êrîşkirina ser xelkê sivîl ti hincetan qebûl nake. Bûyerên wiha gelek caran tên dubarekirin, lewma divê ev êrîş rawestin. Em bi Hikûmeta Federal re hevahengiyê dikin da ku lêkolîneke berfireh bikin.
Herêma Kurdistanê her dem hatiye kişandin nav şerê Tirkiyê û PKKê. Vê yekê gelek ziyan û êş gihandiye welatiyên me û divê bi dawî bibe.
Ji malbatên qurbaniyan re sersaxiyê dixwazim.”




