25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Baregeha Barzanî: Kuştina sivîlên me nayê qebûlkirin û divê sînorek ji wan tawanan re were danîn

Çavkanî: KDP.info

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi mixabiniyeke mezin ve li gor zanyariyên ku gihîştine me, ji ber topbarana hêzên Tirkiyê bo ser devera geştyariyê ya Perexê ya li sînorê Zaxo, hejmarek welatiyên bêtawan şehîd û hejmarek din jî birînda bûn. Em tevî ku vê tawanê bi tundî şermezar dikin, sersaxiyê ji malbat û kesûkarên şehîdên vê bûyera dilbiêş dikin û hêviya başbûna bilez ji bo birîndaran dixwazin.

Herwiha em radigihînin ku şehîd û birîndarkirina welatiyên sivîl û bêtawan ji aliyê her hêz û aliyekî be û di bin her hicetekê be, tawan e û nayê qebûlkirin.

Divê sînorek were danîn ku bûyerên bi vî awayê dubare nebin û êdî welatiyên me nebin qurbaniya milmilanî û şerê navbera hêz û aliyekî din.

Dema wê yekê hatiye ku Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal bi hevahengiya ligel hev, çareseriyeke cidî û bingehîn ji bo wan sedeman bibînin, ku dibin sedema rûdana van tawan û karesatan.

 

Baregeha Barzanî

20ê Tîrmeha 2022yan

 

 

Nûçeyên têkildar