Nêçîrvan Barzanî: Divê artêşa Tirkiyê û çekdarê PKKê bela xwe ji histê xelkê Herêma Kurdistanê vekin

Em bi tundî bombebarana li sînorê Zaxoyê şermezar dikin ku di encamê de hejmarek welatiyên sivîl û geştiyar ji navçeyên cuda yên Iraqê hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûne.
Bombebaran, şer û pevçûnên berdewam ên di navbera artêşa Tirkiyê û çekdarên PKKê de li ser sînoran bi temamî tên redkirin û nayên qebûlkirin ku asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê û sînorên navdewletî yên Iraqê têk birine. Herwiha bûne sedema valabûna bi sedan gundên li deverê.
Em ji malbatên qurbaniyan re sersaxiyê dixwazin û em şirîkê derdên wan in û em hevxem in bi wan re û em ji birîndaran re jî şifayê dixwazin. Nexweşxane û aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê hemû alîkarî û xizmetguzariyê pêşkêşî birîndaran dikin.
Divê artêşa Tirkiyê û çekdarê PKKê şer û pevçûnên xwe rawestînin û êdî li navçeyên sînorî nebin sedema kuştin û wêraniyê û şer û bela xwe ji histê xelkê Herêma Kurdistanê vekin. Divê Hikûmeta Iraqa Federal jî hemû rêkarên pêwîst werbigire ku pêşî li dûbarebûna van tawanan bigire û ewlekariya welatên cîran ji xaka Iraqê nekeve metirsiyê.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
20.7.2022”




