Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê topbarana hêzên Tirkiyê bi tundî şermezar kir

Em topbarankirina havîngeha Perexê ya li sînorê Derkar a li îdareya serbixwe ya Zaxo ji aliyê hêzên Tirkiyê ve, em bi tundî şermezar dikin, ku mixabin bûye sedema şehîd û birîndarbûna hejmarek welatiyên geştyar. Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û hêviya başbûna bilez ji bo birîndaran dixwazin.
Di dema borî de, Herêma Kurdistanê çendîn car li navxwe û derveyî Iraqê, hatiye armanckirin û ziyanên giyanî û maddî gihîştine welatiyên me. Divê hikûmeta federal û civaka navdewletî, bi awayekî aktîvtir, hewlên rêlibergirtina dubarebûnê û bidawîkirina van destdirêjiyan bidin.
Pevçûnên hêzên Tirkiyê û çekdarên PKKê jî li deverên sînorî yên Herêmê, bûne çavkaniya gef û metirsiya berdewam li ser welatiyên me, loma em careke din daxwaz dikin, Herêma Kurdistanê ji kêşe û milmilaniyên navçeyî dûr be, da ku êdî welatiyên bêtawan nebin qurbanî.
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê
20.07.2022




