Nêçîrvan Barzanî: Elî Qazî herdem di xema yekrêzî, tifaq û yekîtiya gelê xwe de bû

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîma pêşwaziya li termê Elî Qazî, kurê pêşewa Qazî Mihemed de ragihand, Elî Qazî pir bi dilsozî daxwaza yekrêzî û yekîtiya gelê Kurd dikir.
Îro Duşemê cenazeyê kurê Pêşewa Qazî Mihemed, Elî Qazî ji Almanyayê gihîşte Firokexaneya Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîma pêşwaziya cenazeyê Elî Qazî de beşdar bû û gotarek pêşkêş kir.
Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de wiha got: “Rehmetiyê Elî Qazî, ji ber dîrok û pêgeha malbata xwe, ji ber ku ew yadîgariya pêşwaza Qazî Mihemed bû, di dirêjahiya temenê xwe de, neçar ma ku gelek dijwarî, zehmetî, penaberî, dûrwelatî û êşan bikşîne. Ew her dem di xema yekrêzî û yekîtiya gelê xwe de bû. Heta dawî henase jî, gelek bi dilsozî daxwaza yekrêzî û yekîtiya gelê Kurd dikir. Ti carî ji xema gel û welatê xwe dûr neket, her ku derfet hebûya, li dû yekîtî û yekrêziya gelê xwe bû. Ev jî ji bavê wî pêşewa Qazî Mihemed jê re mabû, pêşewa nemir jî heta dawî wesiyeta wî her ew bû ku daxwaza yekrêzî û yekîtiya gelê xwe dikir.
Îro em hemû bi hev re li vir rêz û hurmetê li pêgeh, xebat û têkoşîna Pêşewa Qazî û malbata wî û qurbanîdana wan ji bo xatirê gel û welatê xwe bilind dinirxînin. Pêşewa Qazî ji bo maf û jiyaneke xweştir ji gelê xwe, ji bo bi dawîanîna înkar û çewisandinê, miletê xwe di qonaxeke pir dijwar de bi rê ve bir, û di dawiyê de bi mêrxasî çû ser darvekirinê û ji bo wê armancê canê xwe da. Pêşewa bi fedakariya xwe di dîroka gelê Kurd de bû semboleke zindî ya fedakariyê û bû parçeyek ji bîranîna hertim zindî ya miletê xwe.
Di merasima xatirxwestina kur û bîranîna vî rêberê nemir de, em dîroka serbilindiya Komara Kurdistanê û nirxên bilind ên hevgirtina netewî û bihewarçûna Barzaniyan û têkoşerên din ji bo parastina wê komarê Dastana derbaskirina çemê Aras bi bîr tînin. Di dema ku em bi rêz û hurmet li têkoşîna Pêşewa Qazî, Barzaniyê nemir û rêhevalên wan dinêrin, em hemû wan rêber, xebatker û têkoşeran bibîr tînin ku zêdetirî sed sal in bi her awayî û bi her rêyekê têkoşîn kirine, ji bo mafên gelê xwe û bûne dibistan, rêber û bingehek ji bo domandina tekoşîna nifşên piştî wan.
Dîroka gelê Kurd, dîroka xebat û tekoşîna miletekî ye ku xwestiye dûrî xiyanet û binpêkirina mafan bijî û mafên xwe yên rewa bidest bixe, ew jî bi aştî û biratî. Gelê Kurd hertim xwestiye ku ji şer û wêraniyê dûr, bi rêya aştî û têgihiştinê û dûrî şer çareseriya siyasî ji pirsgirêkên xwe re bibîne.
Gelê Kurd hertim xwestiye û dixwaze ku wek miletekî mezin li navçeyê pêgeha xwe ya binpêkirî vegerîne û mafên xwe bidest bixe, da ku bibe şirîk û faktoreke bihêz a aştî, aramî û pêşketinê ku ev yek xizmeta gelên navçeyê dike. Ev navçeya ku bi şer, bêîstiqrarî û pevçûnên bêdawî gelek êş kişandiye û gelek derfet ji dest dane. Peyama gelê Kurd jî ew e peyama aştî û çareseriya aştiyane û daxwaza biratî ya jiyana hevbeş li gel hevwelatiyên me û gelên bira yên navçeyê.
Miletên zindî hertim keda têkoşerên xwe dinirxînin. Bi dilsozî û rêzdarî li qurbanîdana xwe dinêrin û bîranînên xwe zindî û bilind dihêlin. Pir pêwîst e ku ev çand di nav gelê me de zindî bimîne, gerek nifşên îro û yên pêşerojê herdem rêz li têkoşîn û keda wan rêberên ku ji bo neteweya xwe têkoşiyane bigrin.
Kombûna me ya îro ji bo pêşwazîkirina cenazeyê Kurê Qazê, wefadarî û erka pîroz e ku ji me tê hêvîkirin. Me cenazeyê birêz Elî Qazî ku kurê tekane yê Pêşewa ye, ji bo Kurdistanê anî û dê di hembêza welat de bê veşartin. Divê wisa be û ev mafê wî û malbata wî ye û erkê me ye ku rêz li wê malbatê bigrin.
Piştî şehîdbûna Pêşewa Qazî, rehmetî Elî Qazî welatparêzekî welat bû, ji bo wê jî wîna gelekî sirgûn û kedên giran ji bo welatê xwe kişandin û di dawiyê de vegeriya ser hembêza welatê xwe. Bi xêr hatî û aram serê xwe deyne kurê Pêşewayê me û silav li giyanê paqij ê kekê Elî Pêşewa, Silav bo giyanê Qazî Mihemed û hemû şehîd û têkoşerên Kurdistanê.
Em ji malbat, xizmên wî û hemû Kurdistaniyan re sersaxiyê dixwazin. Bîranîna Kekê Elî herdem xêr e û hûn hemû bi xêr hatin merasimê.”




