26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Mamoste Kerîm Ehmed serkirdeyekî dilsoz bû

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de sersaxî li malbata Mamoste Kerîm Ehmed û hevalên wî yên li Partiya Komunîst a Kurdistanê kir. Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke mezin me nûçeya koça dawî ya kesayetiyê navdarê Kurd û Sekreterê berê yê Partiya Şuî(Komunît) Kurdistanê Mamosta Kerîm Ehmed bihîst.

Mamosta Kerîm Ehmed Serkirdeyeke diyar û dilsoz û niştimanperwerê Kurdistan û Iraqê bû û kedkarane temeneke dûr û dirêj ji bo azadîxwazî û xebata dijî sîtemkariyê terxan kir û roleke wî ya berbiçav li tevgera rizgarîxwaziya Kurd da hebûye û bîranîna wî têkoşerê mezin herdem bi xêr be.

Pirse û sersaxiya xwe pêşkêşî malbata têkoşer Mamosta Kerîm Ehmed û rêhevalên wî, li Partiya Şuî û hemû niştimanperwerên Kurdistanê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.

Ji xwedayê mezin dawakarim ruhê xwedê jêrazî Mamosta Kerîm Ehmed bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
14.07.2022”

Nûçeyên têkildar