25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Mamoste Kerîm Ehmed serkirdeyekî niştimanperwer bû

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de sersaxiya xwe arasteyî malbat û Partiya Şiyoî ya Kurdistan û Iraqê kir û ragihand, “mamoste Kerîm Ehmed, serkirdeyekî niştimanperwer û têkoşer ê diyar û naskirî bû li Kurdistan û Iraqê.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand, “Bo koça dawiyê ya mamoste Kerîm Ehmed, Sekreterê Giştî yê berê yê Partiya Şiyoî ya Kurdistanê, pirse û sersaxî li malabat û hevalên wî yên di di Partiya Şiyoî ya Kurdistanê û Iraqê dikim û hevbeşê xema wan im.”

Herwiha Mesrûr Barzanî got: “Xwedêjêrazî mamoste Kerîm Ehmed, serkirdeyekî niştimanperwer û têkoşer ê diyar û naskirî bû li Kurdistan û Iraqê. Xwedêyê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û bîranîna wî her dem bi xêr.”

 

Nûçeyên têkildar