26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Helebce sembola sitema gelê kurd e

Çavkanî: KDP.info

Civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê, bi amadebûna Îmad Ehmed cîgirê serokê hikûmeta Kurdistanê, di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê de civiya.

Di destpêka civînê de, serokwezîrê Kurdistanê behsa serdanaxwe ya bo Helebceyê û bajarokên derdûra wê kir  û got ku, berprisên îdariyên wê deverê û kabîneyên berê yên hikûmeta Kurdistanê gelek xizmetgozarî pêşkeşî wê deverê kirine. Barzanî got ku, ya ku duhî me li Helebceyê û derdûrên wê dîtî ne karê îro û rojekê ye, lê belê ew berhema kar û pirojeyên xizmetgozarî yên beriya nuha ji wê deverê re hatîne pêşkeş kirin, ye

- Tevê vê jî, hevwelatiyan daxwaz ji me hene û ev yek jî mafekî wan yê normal e. Lê awayê daxwaziyan jî hatiye guhertin. Ciyê dilxweşiya me ye ku, nuha hevwelatî hest bi wan kar û xizmetên me pêşkeş kirine dikin.

Gelek karên baş bo Helebce û derdûrên wê hatîne kirin, lê ew dever hêjayî karên baştir û zêdetir e.  Jiber ku Helebce gelek qurbanî dane û ew sembola sitema gelê kurd e.

Li dor serdana bo deriyê Paşmax ser sînorê herêma Kurdistan û İranê, Nêçîrvan Barzanî got:

- Di wê serdanê de me têbînî kir ku, deriyên ser tixûban ne haydarî karûbarên hev in û bi hev re ne girêdan e. Deriyên ser tixûban pêwîstî bi amêrên taybet heye û me aliyên peywendîdar agadar kirin ku, bi zûtirîn dem pêdawîstiyên hemû deriyên ser sînoran dabîn bikin.

- Divê hemû deriyên ser sînoran bi sîstemekê bi hev re bên girêdan û hatin, çûyîn û mana li Kurdistanê bibe yek sîstem u bi torekê bi hev re bên girêdan û hikûmet jî hemû pêdawîstiyên wê sîstemê dabîn bike.

Îmad Ehmed cîgirê serokê hikûmeta Kurdistanê di axavtinekê de serdana serokê hikûmetê bo Helebce û bajarokên derdûra wê nirxand û got ku, serdaneke gelek baş bû û dê tesîreke beş li ser pêşkeftina wê deverê hebe. Ehmed got ku, divê bi zûtirîn dem dest bi pêkanîna wan pirojeyên duhî li Helebceyê serokê hikûmetê kevirê bingehên bo danan e, bê kirin.

Di civîna civata wezîrên hikûmeta Kurdistanê de, Nêçîrvan Barzanî behsa qanûnên herêma Kurdistanê kir û tekîd li ser wê yekê kir ku, li gor destûra İraqê herêma Kurdistanê ew maf heye qanûnên taybet bi xwe, li gor berjewendiyên herêma Kurdistanê, dane. Barzanî got ku, neşerte herêma Kurdistanê hemû tekstên qanûnên İraqê cîbicî bike, divê herêma Kurdistanê fêdey ji mafên xwe yên destûrî werbigire û qanûnan li gor berjewendiyên herêma Kurdistanê û li berçavgirtina rewşa herêma Kurdistanê qanûnan dane

Nûçeyên têkildar