25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Jidestdana herdu mamosteyan xesareteke bi êş e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser kuştina du mamosteyên zankoya Selahedîn ya Hewlêrê peyamek belav kir.

Peyama wî wiha ye:

“Ez pir xembar in bi şehîdbûna dr. Kawan Îsmaîl û dr. Idrîs Hemexan. Jidestdana wan mamosteyên birêz xesareke bi êş e. ez sersaxiyê didim malbat, mirovên wan û sersaxiyê didim me jî û şirîkê xema wan im. Xwedayê mezin ruha wan bi behiştê şa bike.

Wezareta navxwe û dezgehên ewlehiyê karîn di demek kurt de tawanbar bigirin û teslîmî qanûnê bikin da ku were sizadan.

Divê wezareta navxwe û dezgehên ewlehiyê hemû tedbîrên pêwîst bigirin bo nehîştina çekên bê mohlet û rûbirûbûna tawanbaran û xirabkaran, di her pile û postekî de bin.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

28.6.2022”

Nûçeyên têkildar