Mesrûr Barzanî pêşwazî li tîma futsal a jinan a Iraqê kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sêşema 28.6.2022an pêşwazî li tîma Futsalê ya Xanimên Iraqê kir ku piraniya lîstikvanên wê xelkê Herêma Kurdistanê ne.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî û destxweşî li wan kir, bi boneya bidestxistina pileya yekem li Sêyem Qehremaniya Rojavayê Asya ya Futsalê ya Xaniman ku di dema dawî de li Erebistana Siûdiyê birêve çûbû.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku werziş ji bilî sûda wê ya tendirustî, roleke wê ya girîng di nasandin û pevguhartina kulturê di navbera gelên cîhanê de heye. Xweşhaliya xwe jî nîşan da ku hevahengiyeke baş di navbera endamên hilbijardeyê de heye ku ji pêkhateyên cuda ên Iraqê pêk hatiye û karîne bi hev re Iraqê bihêztir bikin.
Serokwezîr got, wek çawa Pêşmerge li sengerên berevaniya li Kurdistanê û di rûbirûbûna teroristanê DAIŞê de, roleke wan a berçav hebû û cîhan sersam kir, îro jî jinên Kurdistanê di warê werzişê de, rola wan a bandor di serkeftin û bidestanîna pileya yekem bo tîma Iraqê hebû.
Li beramber de Endamê Yekîtiya Topapê ya Iraqê û Serokê Şand û Endamên Tîma Futsalê ya Xanimên Iraqê Fîras Behr El-Ulom spasî û pêzanîna xwe ji bo girîngîpêdan û piştevaniya Serokwezîr li werziş û werzişkaran nîşan da.




