Bêşikçî: Divê PKK dev ji siyaseta xwe ya dijayetiya Kurdan berde û hurmetê ji axa Başûr re bigre

Hewlêr-KDP.info– Rewşenbîr û pisporê dîroka siyasî Îsmaîl Bêşikçî di hevpeyvîneke taybet de ligel malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) behsa pêgeha Kurdistanê û gefên li ser Kurdan dike û dibêje, pêwîst e Kurd bi rijdî bergîriyê li statyoya Herêma Kurdistanê bikin.
Malpera KDP.info- Herêma Kurdistanê di bin metirsiyeke mezin de ye, nêrîna we çi ye? Divê Kurd li hember vê rewşê çi bikin?
Îsmaîl Bêşikçî: Divê Kurd hertim bi van herdu dewletan re têkiliyên germ hebin. Divê hewl bidin peywendiyên xwe bi van herdu welatan re (Amerîka û çend welatên din re) baştir bike, ev rastiyeke eşkere ye, bi hebûna pêgeheke diyar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Iraq, Îran, Tirkiye û Sûriyê nerehet dibin. Ev dewlet gelekî hewl didin ku vê rewşê têk bibin. Helbet divê kurd bi rijdî vê statuyê biparêzin. Hebûna statûya li Başûrê Kurdistanê ji bo Kurdan li hemû parçeyên Kurdistanê xwedî girîngiyeke mezin e. Ji ber vê yekê divê her Kurdek li dijî her hewldanekê bisekine ku zirarê bide vê statuyê. Kurdistana azad şanseke ku di dîrokê de asê maye. Herêma Kurdistanê tevî kêmasiyên xwe, tenê xaka azad e ku ala Kurdistanê tê de bi serbestî li ba dibe, tê de ziman, edebiyat û dîroka kurdî tê fêrkirin, bi sedan dibistan, zanîngeh, sazî û rêxistin lê hene, leşker û polîsên kurd lê hene. Kurdistan malek e ku her Kurdek tê de pena û parastî be. Ji bo vê jî ji bo parastina vê pêgehê dîplomasiyeke xurt a navneteweyî pêwîst e. Herwiha di vê çarçoveyê de bi taybetî bi rêveberiya Iraqê re di hevdîtinên dualî de danustandin dikarin bên kirin.
Malpera KDP.info: Hewlêr çend caran tê bombebarankirin, divê Amerîka û welatên din çawa alîkariya Kurdan bikin?
Îsmaîl Bêşikçî: Amerîka dikare di vî warî de alîkariya Kurdan bike. Eger bi tundî wan êrişan şermezar bike, dikare ragihîne ku divê rêz li pêgeha Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê girtin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê niha ji bo bihêzkirina pêgeha xwe di qada navneteweyî de dixebite.
Têkiliyên Kurdan ên dîplomatîk bi Brîtanya, Fransa, Almanya, Rûsya, Îtalya û Neteweyên Yekbûyî re hene û divê bi saziyên navneteweyî yên wekî Konferansa Îslamî, Komkara Erebî, Konseya Ewropa û Yekîtiya Ewropayê re jî bi heman rengî têkiliyên wan hebin. Statuya Kurdistan mafekî xwezayî ye ji bo Kurdan. Herwiha divê Neteweyên Yekbûyî di asta navneteweyî de bi dewlet û rêxistinan re xebatên dîplomatîk bidomînin.
Malpera KDP.info: Divê Kurd ji bo yekîtiya çi bikin?
Îsmaîl Beşikçî: Nifûsa Kurd li Rojhilata Navîn ji 50 milyonî zêdetir e. Ew di salên 1920an de, di dema Cemiyeta Miletan de û di dema Neteweyên Yekbûyî de bê dewlet man. Divê Kurd bi hev re danûstandinan bikin, ji bo ku ha hebin ji pêgeha ku li Başûrê Kurdistanê bi dest xistine. Pêwîst e girîng be ev pêgeh û nirxên wê zanibin û hewla parastina wê bidin. Divê gelê Kurd fişara giştî çêbike ku aliyên siyasî yên Kurd lihev bicivin. Dezgehên ragihandinê divê bi çalakiyên aştiyane hewl bidin ku yek artêş, yek polîs û yek darayî ava bikin. Partiyên siyasî yên Kurd li hemû parçeyan xwe ji wê siyasê dûr bixin, ku zirarê didin hev. Nabe ew yek ji bîra Kurdan biçe ku ger kurd îmtîyazê bidin hev dê kurd bibin serketî.
Divê PKK dev ji siyaseta xwe ya dij-kurd ya ku nahêle kurd bibin dewlet, berde. Îro mixabin PKK bi siyaseta xwe ya pratîkî hewl dide artêşa Tirkiyê bixe nav axa başûrê Kurdistanê. Divê PKK hurmetê ji axa Herêma Kurdistanê re bigre. Li Bakur tiştek nemaye PKK/KCKê bike. Herwiha mirov dikare bibêje ku PKKê di vê pêvajoyê de ji welatên cîran jî desteke îstixbaratê girtiye. Divê partiyên welatparêz li dijî vê siyaseta xelet a PKKê dengê xwe bilind bikin. Siyasetmedarên Kurd divê hewl bidin ku li ser mijarên wiha bi welatparêzên nava PKKê re biaxivin.
Malpera KDP.info- Rola Serok Mesûd Barzanî wek serkirdeyekî Kurd di gihandina doza Kurd de bo cîhanê çi ye?
Îsmaîl Bêşikçî: Di vê mijarê de roleke mezin a Serok Mesûd Barzanî heye. Dikare bê gotin ku Mesûd Barzanî nûnertiya wê reha netewî dike ku ji Şêx Ebdulselam Barzanî heya îro hatiye, Mesûd Barzanî serkirdeyekî navneteweyî ye ku tê naskirin û rêzdar e, di ravekirina pira Kurd û Kurdistanê de ji cîhanê re roleke mezin lîstiye.




