26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û şanda serbazî û ewlehiyê ya Iraqê guhertinên dawî gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke serbazî û emnî ya Iraqê kir.

Îro Yekşema 19.06.2022 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke pilebilinda serbazî û emnî ya Iraqê ya bi Serokayetiya General Abdulemîr Reşîd Yarulla Serok Erkanê Artêşa Iraqê kir ku ji Fermandeyên Hêzên Bejayî, Asmanî, Pasevanên Sînor, Polîsên Federal, Hewalgirî û Hewalgiriya serbazî û Operasyonên Hevbeşan pêk hatibû.

Di hevdîtinê de guhertinên dawî yên meydanî yên şerê dijî terorîstan û parastina asayîş û aramiya navçeyên nakokî li ser û hemahengiya li gel hêzên hevpeymanan hate guftûgo kirin.

Her di vê civînê de tekez li ser hevkarî û hemahengiya di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Artêşa Iraqê kirin.

 

Nûçeyên têkildar