Mesrûr Barzanî bo balyoza nû ya Amerîka: Xelkê Kurdistanê xwedî doz û mafên netewî ne

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyoza nû ya Amerîkayê li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de Mesrûr Barzanî got, xelkê Kurdistanê xwedî doz û mafên netewî û destûrî ne, pirsgirêkên li gel Bexdayê tenê ne budce û neft û gaz e.
Îro Pêncşema 16.06.2022yê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyoza nû ya Amerîkayê li Iraqê Alina Romanowski kir. Di civînê de konsolê giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Robert Pallandino jî amade bû û serokê hikûmetê ji ber nû destbikar bûna wê pîrozbayî li balyoza nû ya Amerîkayê kir û di erkê wê yê nû û pêşde birina pêwendiyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de hêviya serkeftinê jê re xwest.
Piştre Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kurteyek derbarê çaksaziyên kabîneya nehem yên di warê hemû cure kirina aborî û çavkaniyên dahatê de behs kir, ku bi armanca bi bingeh kirina jêrxaneke bihêz ê aborî û pêşxistina hemû aliyên Herêma Kurdistanê tê kirin.
Herwaha Mesrûr Barzanî amaje bi pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê kir û diyar kir xelkê Kurdistanê xwedî doz û mafên netewî û destûrî ne. Pirsgirêkên li gel Bexdayê tenê ne budce û neft û gaz e. Ji ber em herêmekî federal û destûrî ne û divê li gor destûrê danûstan li gel Herêma Kurdistanê bê kirin.
Balyoza nû ya Amerîkayê pêbendbûna welatê xwe ya bi berdewambûna piştevaniya Herêma Kurdistanê wek hevbeşekî giring ê Amerîkayê û seqamgiriya aştî û asayîşa Iraqê jî teqez nîşan da.
Balyoza Amerîkayê behs kir ku Iraq û Herêma Kurdistanê beşekî giringin di siyaseta Amerîkayê de û behsa giringiya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kir ku divê di asta daxwazên xelkê Iraqê de be û bê cudayî xizmeta hemû pêkhateyan bike û pêwendiyên baş jî li gel civaka navnetewî hebe.




