26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Balyoza nû ya Amerîka pêşhatên dawî gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyoza nû ya Amerîka li Iraqê kir.

Îro Pênçşema 16.06.2022 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya xanima Alina Romanowski Balyoza nû ya Amerîka li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de ku Robert J. Palladino Konsulê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê jî amade bû, Serok Barzanî pîrozbahiya destbikarbûna Balyoza nû ya Amerîkayê kir û li erk û karê wê yê nû de hêviya serkeftinê ji bo wê xwest.

Rewşa siyasî ya Iraq û pêşhatên dawî yên nav proseya siyasiya Iraqê mijareke dinê vê civînê bûn û Serok Barzanî bîr û nêrîna xwe ya li ser proseya siyasî û çareserkirina qeyrana siyasiya Iraqê xisterû.

Her di vê civînê de Balyozê Amerîka li Iraqê ji bilî balkişandina li ser aramiya Herêma Kurdistanê eve jî dûpatkir ku welatê wan li palpiştîkirin û hemahengiya li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêşxistina peywendiyên di warên cûr bi cûr de berdewam dibe.

 

Nûçeyên têkildar