Serok Barzanî pêşwazî li Şêx Nehro Kesnezanî kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Şêx Nehro Mihemed Kesnezanî kir.
Îro Sêşema 14.06.2022 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Şêx Nehro Mihemed Kesnezanî Serokê Terîqeta Qadirî li Kurdistan û cîhanê kir.
Di hevdîtinê de di derbarê rewşa giştî ya Kurdistan û pêşhatên Iraq û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin.




