Serok Barzanî pêşwaziya şandeke pilebilind ji Hevpeymaniya Serwerî kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke pilebilind ji Hevpeymaniya Serwerî kir.
Îro Şemiya 11.06.2022 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke bilinda Hevpeymaniya Serwerî kir ku ji Mihemed Helbûsî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê û Xemîs Xencer Serokê Hevpeymaniya Serwerî pêkhatibûn.
Di hevdîtinê de herdu aliyan di derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên dawî yên li nav proseya siyasî de gotûbêj kirin.




