Serokê YNKê serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir û piştevaniya Hikûmeta Kurdistanê kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke pilebilind ji YNKê kir û di wê hevdîtinê şanda YNKê tekezî li ser piştevaniya Hikûmeta Kurdistanê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Şemiya 11.6.2022.pêşwazî li şandeke pilebilind ji YNKê bi serokatiya serokê wê partiyê Bafil Talebanî kir.
Di civînê de ku cîgirê serokê hikûmetê Qubad Talebanî û endamê polîtburoya PDKê Mehmûd Mihemed jî amade bûn, behsa girîngiya piştevanîkirina hikûmetê û karnameya reforman ya hikûmetê hat kirin.
Serokê hikûmeta Kurdistanê ragihand, karnameyeka hevbeş ya reformê ya hikûmetê heye ku ya hemû aliyên şirîk di hikûmetê de ye û pêwîst e mîna tîmekê û bi alîkariya hemû aliyên Kurdistanî, xebat bê kirin bo bicîhanîna wê karnamê û xizmetkirina welatiyên Kurdistanê.
Şanda YNKê jî têkestî li ser piştevanîkirina hikûmetê û serxistina karnameya reforman û pêkolî li ser maf û destkeftên gelê Kurdistanê kir.




