25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan li ser rêya rast dimeşe û ber bi pêşerojeke baştir berdewam dibe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Nêçîrvan Barzanî îro Çarşema 8.6.2022 pêşwaziya şandeke Parlamentoya Almanyayê kir ku ji Qasim Tahir Salih û Max Lux, alîkarên wan û ji Konsulê Giştî yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê ew şand pêk hatibû.

Di hevdîtinê de peywendiyên Herêma Kurdistanê û Almanyayê, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, jîngeh û bandora guherîna avhewayê û encamên wê li ser Iraq û Herêma Kurdistanê, mafên mirovan, wekhevî, ciwan , azadî û azadiya derbirînê hatin gotûbêjkirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser wê yekê ku tevî kêmasî û têbîniyên li ser azadiyan û parastina mafên jinan û wekheviyê, Herêma Kurdistanê li ser rêya rast dimeşe û ber bi pêşerojeke baştir berdewam dibe, di avêtina gavên erênî de di wan waran de. Herwiha Kurdistan pêşwaziyê dike li têbînî û alîkariya dostan di civaka navdewletî de.

Ji aliyê xwe ve şanda mêhvan tekezî li ser wê yekê kir ku Almanya giringiyê bi dostayetî û pêgeha Herêma Kurdistanê dide û Herêma Kurdistanê wek şirîkeke giring dibîne û herwiha amaje bi giringiya çanda pêkvejiyanê, tebayî û lêborînê di navbera pêkhateyên Herêma Kurdistanê de kir û gotin ku ev çand tişteke xweşik e.
 

Nûçeyên têkildar