Muaz Xetîb çû Sûriyê

Sûriye-KDP.info/ Duh roja yekşemê 3/3, serokê itîlafa niştimanî ya hêzên opozisyona Sûriyê Muaz Xetîb bo cara yekem piştî hilbijartina wî wek serokê itîlafê bi serdanekê çû Sûriyê.
Li gor ajansan Ehmed muaz Xetîb derbasî Sûriyê bû û serdana bajarê Minbic û Cerablisê kir û piştre jî vegeriya Tirkiyê.
Xetîb li gel berpirsên herêmî yên ser bi parêzgeha Helebê re civyaye û derbarê hilbijartina encûmena parêzgeha helebê ku li bajarê Entabê hatiye hilbijartin bi wan gotûbêj kiriye.




