26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Zilma li ser gelê Kurdistanê hebû zirarên xwe gihande aştî û seqamgîriya navçeyê jî

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di beşdariya Konferansa “Aştî bi Rêya Miyanrewiyê” de ragihand, ji ber nebûna aştî û miyanrewiyê (lîberaltî) li Iraqê, navçe û derdor û cîhan jî têk daye, nebûna seqamgîriyê rêgir bûye ku Iraq bibe yek ji welatên pêşketî.

Nêçîrvan Barzanî îro duşemê 30yê Gulana 2022yan li Konferansa Aştî bi Rêya Miyanrewiyê, ku ji aliyê rêxistina SPARK a Holandî ve hat lidarxistin, diyar kir: “Cîhan ji destê komek qeyran û astengiyan dinale, niha aştî ji hemû deman zêdetir pêwîst e, ji ber qeyrana ku rûbirûyî cîhanê dibe, aştî di metirsiyê de ye.”

Herwiha destnîşan kir: “Bi dirêjahiya dîrokê, Iraq rûbirûyî metirsî û şer û nearamiyê bûye, serweteke mezin bi heder daye, diviyabû bi miyanrewî û aştiyê, Iraq weke yek ji welatên herî baş û pêşketî yên navçeyê bihata jimartin.”

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir, nebûna aştî û miyanrewiyê li Iraqê, rewşa navçe û derdor û cîhan jî têk daye, ji bilî pêveçûnên mezhebî û taîfî, ew zilma ku di destpêka dirustbûna Iraqê de li gelê Kurdistanê û pêkhateyên wê hat kirin, çendîn şer û malwêranî û karesatan bo Iraq û navçeyê li pey xwe anîn, zirarên xwe gihande aştî û seqamgîriya navçeyê jî.

Nêçîrvan Barzanî eşkere kir: “Şerê Iraq û Îran, piştre dagirkirina Kuweytê, dirustbûna hevpeymanî û rizgarkirina Kuweytê, şerê duyem ê Kendavê û piştre rizgarkirina Iraqê û heta serîhildana DAIŞê li navçeyê, hevsengiya hêz û siyasî û berjewendiya welatan li navçeyê bi temamî guherand, hemû ev tişt ji ber wê yekê ne, ku fikra aştî û miyanrewî û seqamgîriyê li Iraqê tune ye.”

Serokê Herêma Kurdistanê wiha domand: “Ji destpêkê ve, ji salên 1920’an heta niha, ger desthilatdarên Iraqê bi gelê Kurd re lihevkirineke realîst bikirana, li şûna şerkirin û bikaranîna hizra çekan, bi awayekî realîst tevbigeriyana, wê dest ji çek û şer bernedana. Eger desthilatdarên Iraqî li çareseriyeke rasteqîn bigerin û xwma pêşeroja welat xwaribana, bêguman ew hemû karesat û êş nedihatin serê gelê Iraqê. Iraq dê niha xwedî çarenûseke din ba.”

Nêçîrvan Barzanî di dawiyê de wiha got: “Hêvîdar im em hemû li Herêma Kurdistanê, Îraq û herêmê li ser bingehê aştiya hemûyan tevbigerin û erkê parastina aştî û azadiyê dê me hemûyan bigihîne hev.”

 

 

Nûçeyên têkildar