Malikî dê di çend rojên pêş de serdana Kurdistanê bike

Bexda-KDP.info/ Endamê fraksiyona Dewleta Qanûnê Ednan Serac dibêje, ku serok wezîrê Iraqê Nûrî Malikî di evan çend rojên pêş de bi mebesta gengeşekirina arîşeyan û gihîjtin bi çareserîyekê serdana herêma Kurdistanê dike.
Ednan Serac ku hevdem serokê navenda geşepêdana ragihandina Iraqî ye, ji kanala Elfeyha re ragihandiye, ku Nûrî Malikî dê di evan çend rojên ayinde de serdana Kurdistanê bike û çendîn berpirs jî bi wî re ne.
Serac herwiha got, ku ev serdana serok wezîrê Iraqê di kombûna Hevpeymanîya Niştîmanî ya Şîeyan a roja yekşembîyê de dê bihê diyarkirin.
Ev serdana Malikî piştî amajeyên erênîyên ji alîyê herêma Kurdistanê ve dihêt ku mebest ji wê çareserkirina arîşeyan navbera Hewlêr û Bexdadê bi rêya diyalogê û li gor destûrê ye.




