Kurdistan dê kompaniyaya taybet bi petrolê avabike

Hewlêr-KDP.info/ Parlemneterekî Kurdistanê ragihand, ku hukûmeta herêma Kurdistanê di hewla vedîtina mekanîzma guncayî de ye bo şandina dahata neftê û hewlek jî heye bo avakirina kompanyayeke taybet bi karûbarê neftê li Kurdistanê.
Li gor ajansa PNA endamê parlemana Kurdistanê Xelîl Osman di evê bareyê de ragihand, ku ´´maweyeke projeya qanûnîya taybet bi dahatên neftî gihîjtiye parlemana Kurdistanê û hevdem projeyeke din jî bi navê projeya qanûna pêkanîna kompanyaya taybet bi nefta herêmê gihîjtiye ku bi şêweyeke giştî her du proje karûbarê kerta nefta Kurdistanê rêkdixin.´´
Xelîl Osman herwisa got:´´ karê pêywsît li ser ewan proje qanûnan hatiye kirin û em hêvîdarîn ku bikare di maweya dahatû de karê guftûgoyên dawî û pesendkirinê bo wan bihê kirin.
Osman da xuyakirin, ku hukûmeta herêmê soz daye ku ni niha paş ve dahatên neftê bo parlemanê bişîne, lê mekanîzmek pêywîste û niha di yekalîkirina şêwaza evê mekanîzmê de ye û wek pêngava seretayî jî di evan çend rojên dawî jî de pirek li ser dahata neftê şandiye parlemana Kurdistanê




