Xwendevanên Zaxo yada cînosayida gelê Kurd saxkirin

Zaxo-KDP.info/ Bi berhevbûna Xelîl Mehmûd qaymeqamê qeza Zaxo û Ebdulwahid Ehmed kargêrê liqê 8ê Partiya Demokrat a Kurdistanê û mamosta Îhsan Tufîq rêveberê perwerda zaxo û hijmareka mamosta û serperştiyarên perwerdeyê roja cînosayida milletê Kurd ji layê xwendevanên Zaxo ve hate saxkirin.
Seyfedîn Hacî berpirsê ragehandina qaymeqamiya Zaxo xuyakir ku qutabiyên qutabixana amadeya Vîn ya keçan roja cînosayida milletê Kurd sax diken û pirogiramê vê yadkirinê bi bilndkirina alayê kurdistanê û siruda Ey reqîb û danana tace gulîna û xwandina çend hozaneka ji layê qutabiyan ve û pêşkêşkirina çend peyvan birêve çû.
Xelîl Mehmûd qaymeqamê qeza Zaxo di peyvekê da tekeza saxkirina vê bîreweriyê kir û hîvî xwest ku ev bîrewerî ye bibîte hêvênê avabûna dewleta Kurdî û dîsan xwast di dahatî de bibîte rojeka cîhanî.




