25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî pîrozbayî li Serok Barzanî û Pêşmergeyên qehreman û kesûkarên şehîdan kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Di salvegera Şoreşa Gulanê de serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbayî li Serok Barzanî û Pêşmergeyên qehreman û kesûkarên şehîdan û beşdarên Şoreşa Gulanê dike.

Îro 26.05.2022yê Mesrûr Barzanî peyamekî pîrozbayiyê belav kir û ragehand:

“Bi boneya 46emîn salvegera Şoreşa Gulanê de, pîrozbayiyekî germ ji cenabê Serok Mesûd Barzanî û Pêşmergeyên qehreman û beşdarên şoreşê û kesûkarên şehîdên serbilind dikim.

Şoreşa Gulanê wek berdewama Şoreşa Îlonê, xewnên dijminên Kurdistanê xist gorrê ku dixwestin gelê Kurdistanê jinavbibin. Ji ber wê jî peyamekî bihêz a gelê Kurdistanê bû, ku zulm û dagirkerî red kir û ti demekî dê dest ji mafên xwe yên rewa bernede. Ji bo wê jî gelek qurbanî hatin dan û gelek destan û neberdana mezin li dîroka xebata gelê Kurdistanê de hatin tomar kirin, a herî diyar jî destana dîrokî ya Xwakurkê bû ku Serok Barzanî rêbertiya wê kir.

Îro em vê demê careke din salvegera Şoreşa Gulanê bibîrtînin, ku xebata gelê Kurdistanê ya ji bo parastin û berxwedanî kirinê ve destkeft û saziyên rewa hene û berdewam e. Pêwîst e xelkê Kurdistanê bi hemû aliyan û pêkhateyên xwe ve, rijd bin li ser mafên destûriyê xwe ku bi xwîna hezaran şehîdan ve bidest hatine.

Herwaha amaje bi wê yekê jî kir ku: Di salvegera Şoreşa Gulanê de bi rêz û pêzanîneke mezin ve vê bîranînê li hemû Pêşmergeyên qehreman û beşdarbûyên vê şoreşê dikin û destpêkê jî li şehîdê rêber Idrîs Barzanî dikin.

Silav ji bo giyanê paqij ê şehîdên Şoreşa Gulan û hemû şehîdên Kurdistanê.

 

Mesrûr Barzanî

26.5.2022”

 

Nûçeyên têkildar