Serok Barzanî: Şoreşa Gulanê piştrast kir ku îradeya têkoşîn û xebata gelê Kurdistanê tu demekê neşikestiye

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî, bi boneya 46emîn salvegera Şoreşa Gulanê de peyamek belav kir. Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Şoreşa Gulanê, qonaxeke girîngê berxwedana Pêşmerge û gelê Kurdistanê ye. Ev şoreşe berdewamî û hilgirê peyam û armancên Şoreşa Mezina Eylûlê bû. Vê şoreşê piştrast kir ku eger di qonaxekê de xebata gelê Kurdistanê ji bo demeke kurt rastî rawestan û şikestinê hatibe, lê belê îradeya têkoşîn û xebata gelê Kurdistanê tu demekê neşikestiye û bi nefes û hêzeke nû berdewam dibê ji bo gihîştina bi azadiyê. Ew azadî û destkeftên niha hene berhemê xwîn û qurbanîdana gelê meye li Şoreşa Gulan û hemû şoreşên din.
Di çil û şeşemîn salvegera Şoreşa Gulanê da, pêzanînên min ji bo wan hemû têkoşer û Pêşmerge û rêkxistinên navxweyî û wan niştimanperweran heye ku bi cangoriyane koçberiyê hilbijartin û qurbaniyan dan û bûne beşek ji şanaziyên gelê me.
Li vê bîranîna pîroz da hezaran silav ji bo giyanê yekem şehîdê Şoreşa Gulanê Şehîd Seyid Abdulla Hacî Omeranî û hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê re dişînîn û her wiha silav li xweragirî û qehremaniya Pêşmerge ku bi xwîn û qurbanîdana xwe serfîraziyê ji bo gelê xwe pêkanîn.
Mesûd Barzanî
26.05.2022”




