26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

saliya cînosayidkirina gelê Kurd hate saxkirin 25

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info/ Bi berhevbûna nunerê parêzgerê Dihokê û bi amadebûna rêveberê giştî yê perwerda Dihukê û hijmareka zor ji rêveberên mîrî û berpirsên hîzbî, duhî 3/3 li qutabxana Leyla Qasm bîranîna 25 saliya cînosayida gelê Kurdistanê ku rêveberiya giştî ya perwerda parêzgeha Dihokê û bi hevkarî digel rêveberiya giştî ya şehîd û enfalkiriyan û bi piştevaniya parêzgeha Dihokê hate saxkirin.


Li despêkê deqîqek rêzgirtin liser giyanê şehîdan bêdeng rawestiyan paşan digel siruda nîştîmanî ya kurdistanê alayê pîrozê kurdistanê hate berzkirin.
Dîvde peyva parêzgeha Dihokê hat xwandin û gutin: saxkirina van bîreweriya ne bo wê yekê ye ku birîna bikulîn pitir armanca me bo hindê ye ku em dirnde û dijmnatiya digel hatiye kirin bînîne bîraxwe û evejî rastiyeke ji dîrokê û divêtin em wan rojan ji bîrnekin.
Di peyvanda Ebid Yusif û Nesret Badî rêveberên giştî ev roje bi mezntirîn tawan wesf kir beramber gelê kurd û hat gotin: dijminê milletê me bi hemû awaya zordarî dijî gelê me encamdayne weku Enfal û kîmiya barankirinan. Ji kevn de dijminê me kar kirne û hewl dayne ku axa me dagîr bikin û nuke jî diberdewamin daku ciwaniya kurdistanê û kanzayên kurdistanê dagîr biken û neb tinê mêr û jin kîmiyabaran û gule barankirîne belku zarokên ber sîngê daykêt xwe jî bê ser û şîn kirîne lewra divêt em hişiyarbîn û xwe pêşbixîn di her biwarekî de û berevanêt kurdistanê bîn.
Li dumahiyê ji layê qutabî Peyam Ebas ve parçe hozanek li dor karesatên Enfalan hat xwandin.

Nûçeyên têkildar