Mesrûr Barzanî û Wezîrê Bazirganiyê yê Qeterê pêşxistina pêwendiyan gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Davosê ligel Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê yê Qeterê Şêx Mihemed Bin Hemed Al Sanî civiya.
Di civînê de, guftûgo derbarê pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Qeterê hatin kirin, bi taybet di warê pêvguhartina bazirganiyê û sûdwergirtin ji ezmûna Qeterê di warê pêşvebirina veberhênan û pêşxistina sîstema bankî de.




