26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokwezîrê Kurdistanê û Serokê Xaça Sor a Navdewletî civiyan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşema 23ê Gulanê di çarçoveya dîdar û civînên li perawîza Korbenda Aboriya Cîhanê ya Davosê ligel Serokê Rêxistina Xaça Sor a Navdewletî Peter Maurer civiya.

Di civînê de, guftûgo derbarê kar, çalakî û hevkariyên Rêxistina Xaça Sor a Navdewletî li Iraq û Herêma Kurdistanê hatin kirin û tekezî li pêşvebirina hevahengiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Xaca Sor de hate kirin ji bo alîkariya koçberan, bi taybet êwên ku xwedî pêwîstiyên taybet in.

 

Nûçeyên têkildar