Mesrûr Barzanî û Serokê Rêxistina JICA a Japonî civiyan

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 23ê Gulanê di çarçoveya dîdar û civînên li perawîza Korbenda Aboriya Cîhanê ya Davosê ligel Serokê Rêxistina JICA a Japonî ya ji bo Hevkariyên Navdewletî Akihiko Tanaka civiya.
Di civînê de, guftûgo derbarê kar û çalakiyên wê rêxistinê li Herêma Kurdistanê hatin kirin û tekezî li pêşvebirina hevkarî û hevahengiya di navbera herdu aliyan de hate kirin, bi taybetî di warê girîngîpêdana bi sektora çandinî, bazirganî û teknolojyayê de.




