Nêçîrvan Barzanî ligel aliyên siyasî yekrêzî gotûbêj kir

Silêmanî-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Yekşema 22.5.2022 li bajarê Silêmaniyê cuda ligel Serokê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafel Talebanî, Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahedîn Mihemed Behaeddîn, ji Tevgera Gorranê Omer Seyd Elî û Serokê Komela Dadweriya Kurdistanê Elî Bapîr civiya.
Di civînê de ku Cîgirên Serok, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê û hejmarek şêwirmend jî tê de amade bûn, rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê û astengiyan hat gotûbêjkirin.
Di civînan de tekezî li ser girîngiya diyaloga navbera aliyên siyasî û tebayî û yekrêziya aliyên Kurdistanî hate kirin û li ser çareserkirina kêşeyên navbera partiyan û yekdengiya wan, bi taybetî Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), ku yektiya wan bandorê li ser rewşa Herêma Kurdistanê dike û pêgeha Kurdistanê bihêztir dike.
Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat jî kir ku, Serokatiya Herêma Kurdistanê dê li ser hewlên xwe yên ji bo yekrêzî û pêkvejiyana partiyan berdewam be û dê bibe sîwana ku hemû alî û pêkhateyên Herêma Kurdistanê kom dike.
Aliyên siyasî hewlên Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokayetiya Herêma Kurdistanê ji bo hevgihandina aliyan bilind nirxand û hêviya berdewamî û serkeftinê jê re xwestin.




