26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Amed, Qamişlo û kurdên Rusya wefadariya xwe bo rêbaza Barzaniyê nemir dupat kirin

Çavkanî: KDP.info

Bo saxkirina roja wexerkirina serokê nemir yê netewa kurd li Amed, Qamişlo û rosiya kar û çalakyên cuda cuda hatine sazkirin û di kombûnan da hate diyarkirin ku Barzaniyê nemir sîmbula ruhê azad yê netewa kurde û rêbaza serokê nemir wek rêbaza jîneka bi rumet hate bi nav kirin.


Wek her bajêrekî Kurdistanê li bajêrê Amed yê bakurê Kurdistanê jî bi destpêşxeriya komeleya diyalogê ya dîcle û Firat û bi berihevbûna hejmareka mezin nivîser, rewşenbîrên bajêr 34 mîn salvegera wexerkirina Mela Mistefa Barzanî serokê nemir yê netewa kurd hate saxkirin û pişkdarbûyên kombûnê diyarkirin ku Barzaniyê nemir qaremanê sedsala 20e û daxwazkirin ji bo zêdetir nasandina felsefeya serokê nemir kar û çalakyên berfireh li hemû bakurê Kurdistanê bihête encam dan da ku lawên kurd li ser xeta Barzaniyê nemir xudan li hizra netewî derbikevin.


Mihiyedîn Batmanlî serokê komeleya diyalogê ya dîcle û Firatê di kombûnê da diyarkir ku rêbaza Barzaniyê nemir li her çiwar parçeyê Kurdistanê jî zindî ye û got: (her kurdekê dilsoz şanazyê bi serokê nemir Mela Mistefa Barzanî dike).


Herwesa li bajêrê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê bi destpêşxeriya parta dîmokirata kurd li Sûriyê elpartî kombûneka cemawerî ya berfireh hate sazkirin û bi sedan welatiyên kurd pişkdarî kirin û di kombûnê da hate diyarkirin ku Barzaniyê nemir serokê rasteqîne yê netewa kurde û wefadariya xwe bo rêbaza netewî ya Barzaniyê nemir dupat kirin.


Herwesa li herêma Kirasnadar ya Rusya yê bi sedan welatiyên kurd bo saxkirina salvegera wexerkirina Barzaniyê nemir rûniştineka cemawerî sazkirin û kesên pişkdarbûyî diyarkirin ku wan doza kurdayetiyê bi saya şoreş û felsefeya mezina serokê netewa kurd naskirine û ragehandin ku ew dê heta dûmahiyê bi rêbaza mezina nîştmanperwerî ya Barzaniyê nemir ve wefadar bimînin û dê rêbaza wî bo zaroyên xwe bihêlin

Nûçeyên têkildar