26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Fransa li Iraqê kir

Çavkanî: KDP.info

Roja dûşem 19/03/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Dennis Gower Balyozê Fransa li Iraq û şanda li gel kir.


Di hevdîtinê de ku Konsolê Fransa li Hewlêr amade bû sebaret bi pêvajoya siyasiya Iraq û Herêma Kurdistanê û pêwendiyên di navbera Herêm û welatê Fransa û pêşhatên dawiya navçeyê hate guftûgokirin.


Serok Barzanî û Balyozê Fransa li Iraq pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Fransa bi girîng wesifkir û tekez li ser pêşxistina wan pêwendiyan kirin ku bi taybet li rûyê siyasî û aborî û bazirganî û beşdarkirina kompanya û veberhênerên Fransa li pêvajoya bujandin û veberhênana li Herêma Kurdistanê da.


Balyozê Fransa jî ji bilî xweşhalî derbirîna beramber wan pêşketinên ku li warê bujandin û avadaniya ku Herêma Kurdistanê bi xwe ve ditiye daxwaz kir ku Herêm pêşketinên zêdetir bi xwe ve bibîne û pabendiya welatê xwe jî bi dostayetiya di navbera her du gelê Kurdistan û gelê Fransa de dûpatkir û ragihand ku rewşa Herêma Kurdistanê cihê girîngîdana Fransaye û Herêm jî bextê mezinê Iraqe bi taybetî li destnîşankirina paşarojê de.


Serok Barzanî ji bilî nîşandana rêz ji bo wê pêwendiya dîrokiya ku li navbera Fransa û Herêma Kurdistanê de heye, amadehiya xwe ji bo her kar hêsaniyek ku dibê sedema berev pêş birina wan pêwendiyan derbirî.

Nûçeyên têkildar