Mesrûr Barzanî û Balyozê Belcîka pêşxistina pêwendiyan gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Îro Duşema 09.05.2022yê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Belcîka yê li Iraq û Urdinê Filip Vanden Bulcke kir û di hevdîtinê pêşhate û guhertinên proseya siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û rewşa asayîşa navçeyê û pêşxistina pêwendiyên Belcîka û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Herwaha di hevdîtinê de Serokê Hikûmetê û Balyozê Belcîka yê li Iraq û Urdinê behsa giringiya pêşxistina pêwendiyên dualî yên di hemû waran de û bi taybet jî di warê abûrî de kirin.




