Serokwezîrê Iraqê ligel Serok Barzanî axivî

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi rêya telefonê ligel Serok Mesûd Barzanî axivî.
Di vê peywendiya telefoniyê da Serokwezîrê Iraqê pîrozbahiya cejna Remezanê li Serok Barzanî kir û hêviya aramî û xêr û xweşiyê ji bo gelê Kurdistanê û birayetiyê di navbera hemû gelên Iraqê xwest.
Her di vê peywendiyê da pêşhatên dawî yên emnî û mûşekbarankirina yek ji palawgehên qezaya xebat ji aliyê çekdarên terorîstan guftûgo kir û Serokwezîrê Iraqê tekez li wê yekê kir ku hêzên emniyên Iraqê encamderên wan tawanan digihînin bi sizayên xwe û ewe jî xisterû ku encamdana destdirêjî û tawanên bi vî awayî îradeya Hikûmeta Iraqê ya ji bo sepandina qanun û şikestdana terorê û tawankariyê bihêztir dike.




