26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji ber cejna Remezanê peyamek belav kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina Cejna Remezanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Îro roja dawî ya meha Remezanê ye û sibê cejna Remezanê ye. Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi vê helkeftê peyamek belav kir. Peyama wî wiha ye:

Bi boneya hatina Cejna Remezana pîroz, ez pîrozbahiyên herî germ li misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim, bi taybetî Pêşmergeyên qehreman û hêzên asayîşa navxwe û keskûkar û malbatên serbilind ên şehîd û enfalkiriyan. Ez hêvîdar im rojên cejnê bi xweşî û şadî derbas bikin.

Ez hêvî dikim ev cejn bibe havênê xêr û xweşî û tebayiya gelê Kurdistanê û seqamgîrbûna aştî û aramiya li Iraq û navçeyê.

Cejna we pîroz be û Xwedayê mezin Kurdistanê biparêze.

 

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Nûçeyên têkildar