25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta cejna Remezana Pîroz

Çavkanî: KDP.info

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna Remezana pîroz ve germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî misilmanên Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim. Pîrozbahiya cejna Remezanê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû welatiyên Kurdistanê dikim.

Li vê helkefta pîroz da hêviya ewe dixwazim xwedayê mezin rojî û îbadetê hemû misilmanan qebûl kiribê û ev cejin bibê sedema dawî hatina nexweşî û êşan û vegerana aramî û aştiyê ji bo hemû mirovayetiyê.

Hêviya xêr û xweşî û tendirustiyê ji bo hemû aliyek dixwazim.

Mesûd Barzanî
30 Remezana 1443 yê Koçî
01.05.2022 yê Zayînî

Nûçeyên têkildar