Daxuyaniyek ji Baregeha Barzanî

Li hejmarek medyayên Iraqî û Kurdistanî nûçeyeke nerast belav kirine ku qaşo Seyid Muqteda Sedir bersîva peywendiyên cenabê Serok Barzanî nedaye.
Li vir da ji bo raya giştî ya Iraq û Kurdistanê zelal dikîn ku ew babet hîç bingeheke xwe nîne û ji rastiyê dûre. Li navbera Serok Barzanî û Seyid Muqteda Sedir gelek bi rêzgirtin û bawerî û peywendiyeke gelek baş heye. Ewên van cûre nûçeyan belav dikin armanca wan dapoşîna şikest û paşketina wan ya ji proseya siyasî ye.
Eger di demên derbasbûyî de balkişandinek jî ji bo kêmbûna tevgera siyasî hebûbê ewe ji ber berçavgirtina meha pîroza Remezanê bûye.
Baregeha Barzanî
29.04.2022




