26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û şanda Pentagonê: Tevgerên DAIŞê li Iraq û Sûriyê gefeke ciddî û metirdar in

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê îro Çarşema 27.4.2022 pêşwazî li Cîgira Alîkarê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Bo Karûbarên Rojhilata Navîn Dana Stroul kir û di civînekê de behsa reforman û rêkxistina Pêşmerge kir.

Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê îro di daxuyaniyeke nivîskî de aşkere kir ku şandeke bilind a dîplomasî û serbazî ya Amerîkayê bi serokatiya , Cîgira Alîkarê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Bo Karûbarên Rojhilata Navîn Dana Stroul kir.

Di civînê de Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Mathew Tuller, Cîgirê Rêveberê Karûbarên Siyasî û Serbazî di hêzên hevbeşên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn de û çend berpirsên siyasî û serbazî beşdar bûn.

Cîgira Alîkarê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Bo Karûbarên Rojhilata Navîn tekezî li ser nihêrîn û siyaseta Amerîkayê kir ku pêbend e bi berdewamiya piştgirya siyasî û serbazî bo Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşxistina karê hevbeş û hevkariya di navbera wan de. Herwiha pêzanînên xwe û welatê xwe bo rol û qurbaniyên Pêşmerge di şerê dijî DAIŞê de dike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di vê hevdîtinê de spasî û pêzanînên Herêma Kurdistanê bo piştgirî û hevkariyên Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê yên bo Iraqê û Herêma Kurdistanê di têkoşîna dijî terorê de anî ziman.

Herdu alî hemfikir bûn li ser giringî û pêwîstiya avêtina gavên alî û pêşhateyên Iraqî ji bo rewşa siyasî ya welat ji girtîbûnê derkeve û hikûmetek bê avakirin ku bersiva bendewariyên xelkê bide û bikare rûbirûyê astengiyan bibe. Her di vê derbarê de tekezî li ser giringiya tifaq û yekrêziya aliyên Kurdistanî û berdewamiya gotûbêjan ji bo çareserkirina pirsagirêkên Hewlêr-Bexdayê hat kirin.

Tevger û êrîşên DAIŞê li navçeyên cuda cuda yên Iraqê û Sûriyê, wek gefeke ciddî û metirdar tên dîtin. Herdu alî tekezî li ser giringiya hevkarî û hemahengiya di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê de dikin daku bikarin bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî, rûbirûyê wê metirsiyê bibin û DAIŞ bi carekê bê jinavbirin ku gefê li seqamgîriya Iraq û navçeyê heye.

Di heman civînê de “reform û rêkxistina Pêşmerge, rewşa Herêma Kurdistanê, rewşa Şingalê û normalkirina rewşa wê, pêşhatên navçeyê bi giştî û çend mijarên din ku ji herdu aliyan re giring bûn.

Nûçeyên têkildar