Serok Barzanî pêşwazî li şanda Hevpeymaniya Siyade ya Iraqê kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke pilebilind ji Hevpeymaniya Siyade kir.
Îro Sêşema 26.04.2022 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke bilinda Hevpeymaniya Siyade kir ku ji Xemîs Xencer Serokê Hevpeymaniya Siyade û Mihemed Helbûsî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê û Ehmed Cibûrî Endamê Encûmena Nûnerên Iraqê pêkhatibû.
Di hevdîtinê de balkişandin li ser rewşa siyasiya Iraqê û astengî û kêşeyên li ber proseya siyasiya Iraqê û tekez li ser hewldana ji bo dawî hatina bi binbesta siyasî û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kirin.




