Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li siyasetmedarê Iraqê Kerîm Fexrî kir

Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 26.4.2022 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li kesayetiya siyasî ya Iraqê Kerîm Fexrî kir.
Di wê hevdîtinê de gotûbêj kirin derbarê pêşhatên dawî yên rewşa siyasî ya Iraqê, hewlên ji bo hilbijartina serokmar û serokwezîrê Iraqê, astengiyên li pêşiya vê qonaxê û pêşbîniyên ji bo siberoja proseya siyasî.
Herdu alî hevnerîn bûn li ser wê yekê ku pêwîst e û girîng e alîkarî di navbera hêz û alî û pêkhateyên Iraqê de hebe, ji bo ku gav ber bi pêşve werin avêtin û ji bo ku girêka rewşa siyasî were vekirin.




