25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Pîrozbahiyê li hevalê xwe Macron dikim

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê NêçîrvanBarzanî bi boneya hilbijartina Emmanuel Macron wek Serokê Fransayê ji bo cara duyem, pîrozbahî li wî kir û got: “Ez bi hêvî me ji nêzîk ve bi Macron re kar bikim.”

Serokê Herêma Kurdistanê di peyamekê de li ser tora civakî ya Twitterê serkeftina di hilbijartinan de li Macron pîroz kiriye û ragihandiye, “Pîrozbahî li hevalê xwe Emmanuel Macron dikim, bi helkefta dubare hilbijartina wî wek Serokê Fransayê.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha dibêje, “Çavê me li vê yekê ye ku ji nêzîk ve pê re kar bikin, bi armanca berfirehkirina peywendiyên me û xurtkirina hewldanên ji bo aştiyê û seqamgîriyê li navçeyê.”

 

Nûçeyên têkildar