25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Em daxwaz ji Hikûmeta Iraqê dikin ziyandîtiyên destê rêjîma berê qerebû bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta çil û heştemîn salvegera bordûmankirina bajarokê Qeladizê ji aliyê rêjîma Beis ve peyamek belav kir.

Îro 24 Nîsanê ye û 48 sal bi ser bordûmankirina bajarokê Qeladizê û şehîd û birîndarbûna bi sedan kesên bê guneh re derbas dibe.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi vê helkeftê peyamek belav kir. Peyama wî wiha ye:

“Em serê rêz û hurmetê bo giyanê pak yê şehîdên her du karesatên bordûmankirina bajarokê Qeladizê û gulebarankirina xwepêşandana sivîl ji aliyê rêjîma Beis ve diçemînin.

Li vir em dîsa daxwaz ji Hikûmeta Iraqê dikin ziyandîtiyên destê rêjîma berê qerebû bike.”

Nûçeyên têkildar