25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Îradeya gelê me ji mûşekan û ji siyaseta tunekirinê ya dijminan bihêztir e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi helkefta 48mîn salvegera bordûmana bajarokê Qeladizê peyamek belav kir.

Îro 24 Nîsanê û 48 saliya bordûmana bajarokê Qeladizê yê Herêma Kurdistanê ji aliyê rêjîma Beis ya Iraqê ve ye.

Serok Barzanî bi vê helkeftê peyamek belav kir. Peyama wî wiha ye:

“Bi boneya 48emîn salvegera êrîşa li ser Qeladizê ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve, silavên xwe pêşkêşî xelkê wî bajarî dikim, wan nîşan dan ku bi rastî îradeya gelê Kurdistanê ji mûşekên napalm û siyaseta tunekirinê ya dijminan bihêztir e.”

 

Nûçeyên têkildar