Polîtbîroya PDKê Cejna Çarşema Çarşema Sor pîroz dike
__2022_04_20_h20m0s27__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Polîtbîroya PDKê di peyamekê de Cejna Çarşema Çarşema Sor li xûşk û birayên Kurdên Êzdî pîroz dike.
Polîtbîroya PDKê di peyama xwe de dibêje: “Bi boneya hatina Cejna Çarşema Sor û Sersala nû ya xûşk û birayên Kurdên Êzdî, em gerimtirîn pîrozbahiyê li mîrê Êzdiyan û kesayetî û şêxên Êzdiyan û li Encûmena Ruhanî ya Ola Êzdî û tevahiya Êzdiyên Kurdistan û Cîhanê dikin. Em hêvî dikin ku ev cejin bi xweşî û aramî be û hersal bi xêr û xweşî vegere.”
Polîtbîroya PDKê wiha domand: “Bi vê boneyê em tekeziyê dikin li ser bihêzkirina canê birayetî û bihevrejiyanê di navbera tevahiya pêkhateyên ol û netewî yên Kurdistanê, ji bo ku em hemû bihevre bighên pêşerojeke baş û aram û em destkeftên zêdetir bidestve bînin.”
Polîtbîroya PDKê wiha dibêje: “Di vê cejnê de, em PDK wek hercar piştevanî û piştgîriya xwe û ya Serok Barzanî ji bo daxwazên rewa yên xûşk û birayên Kurdên Êzdî nîşan didin û em bi temamî hewl didin ji bo çareserkirina pirsgirêka Şingal û navçeyên din bi yekcarî, herwiha ji bo avakirina wan navçeyan û ji bo bidestxistina aramiyê ji bo xelkê wê devera girîng a Kurdistanê.”




