26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û wezîrê enerjî û bazirganiya Brîtanya behsa pêşxistina pêwendiyan kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mersûr Barzanî bi wezîrê enerjî û bazirganiyê yê Brîtanya re civiya.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li paytexta Brîtanya-Lendenê bi wezîrê enerjî û bazirganiya wî welatî Kwasî Kawrteng re civiya.

Di hevdîtinê de pêşxistina pêwendiyên dualî bi taybet di warê enerjî û bazirganiyê de hat axaftin.

Di civînê de têkezî li ser girîngiya reforman di sîstema bankî ya Kurdistanê û pêşxistina sektora enerjiyê û sûdmendbûn ji şiyan û şarezatiya kompaniyên Brîtanî di warên bankî û enerjiyê de bi taybet enerjiya pakij û nehîştina pîsbûna hewayê de hat kirin.

 

Nûçeyên têkildar