Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li xûşk û birayên Mesîhî dike

Hewlêr-KDP..info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya Cejna Qiyame peyamek belav kir û pîrozbahî li Mesîhiyên li Kurdistan, Iraq û cîhanê kir. Barzanî dibêje: “Em tekîdê li ser parastina kultûra pêkvejiyan û lêborînê ya di navbera tevahiya pêkhatên olî û neteweyî yên Kurdistanê de dikin.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya hatina cejna Qiyame li Mesîhiyên Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê kir û ragihand: “Hatina cejna Qiyame ya hezretî Mesîh (Silavên Xwedê lê bin) bi germî û ji dil li tevaya xûşk û birayên me yên Mesîhiyên li Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim. Ez hêvîdar im ku ev cejne xweşî û bexteweriyê bi xwe ra bîne, aramî û aştî perên xwe bi ser mirovatiyê de rakêşe û hemû vê cejn û bihnvedanan bi aramî derbas bikin.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got: “Bi vê helkeftê, em tekîdê li ser parastina kultûra pêkvejiyan û lêborînê ya di navbera tevahiya pêkhatên olî û neteweyî yên Kurdistan û Iraqê de dikîn ku dîroka hevbeş me bi hev re girê dide.”
Di peyama xwe de Barzanî herwiha dibêje: “Berhevî, rol û pêgehê xûşk û birayên xwe yên Mesîhî bilind dinirxînîn ku wek pêkhateka dêrîn û resen a civaka Kurdistan û Iraqê bi dirêjahiya dîrokê beşdariyeka çalak di binyatnan, parastin û pêşvebirina welat da heye.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyamê de dibêje: “Em hêvîdarin ku cejn û helkeftên bên di rewşeke baştir de pîroz bikîn û em hemû, bi hemû pêkhateyan ve, dest li nav dest, wek bira û yekrêz, bi berpirsiyariya hevbeş, bi hev re ji bona niha û paşerojeka baştir ji bo gel û welatê xwe kar bikîn û bi hêvî û umêd ve li paşerojê binêrîn. Cejna Qiyame li hemûyan pîroz be, hemû salan bi xêr û xweşî be.”




