26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Hêvî dikim ev cejn bibe sedema xweşiyê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr dibêje pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi kûrkirina zêdetir a kultura pêkvejiyan, lêborîn û azadiya olî li Herêma Kurdistanê dubare dikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek bi boneya hatina cejna Qiyamê belav kir û pîrozbahî li Mesîhiyên li Kurdistan, Iraq û cîhanê kir û got: “Bi boneya hatina cejna Qiyame, germtirîn pîrozbahî arasteyî xwişk û birayên Mesihî yên li Kurdistan, Iraq û hemû cîhanê dikim.”

Di peyama xwe de Mesrûr Barzanî got: “Hêvîdar im ev cejn, bibe sedema xweşî û tebaya zêdetir di navbera tevahiya pêkhateyên Kurdistan û Iraqê de.”

Mesrûr Barzanî herwiha dibêje: “Di vê boneyê de, pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi kûrkirina zêdetir a kultura pêkvejiyan, lêborîn û azadiya olî li Herêma Kurdistanê dubare dikin. Cejna we pîroz be û hûn herdem di xweşî û aramiyê de bin.”

 

Nûçeyên têkildar