26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî Cejna Qiyamê li Kirîstiyanan pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî peyamek bi boneya hatina cejna Qiyamê belav kir û tê de got: “Hêvîdar im Cejna Qiyamê bibe wesileyê kûrkirina ferhenga pêkvejiyanê.”

Serok Mesûd Barzanî peyamek bi boneya hatina cejna Qiyamê belav kir û tê de pîrozbahî li Mesîhiyên Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê kir. 

Di peyama xwe de Mesûd Barzanî dibêje: “Bi boneya hatina cejna Qiyamê yê Hezretî Mesîh (silavên Xwedê lê bin), germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteyî xwişk û birayên Kirîstiyan li Kurdistan, Iraq û hemû cîhanê dikim.”

Serok Barzanî got: “Hêvîdar im ev bone bibe sedema kûrkirina ferhenga pêkvejiyan, biratî, tebayî û aramiyê û rîşekêşbûna hizra teror û tundrewiyê, herwiha xwişk û birayên Kirîstiyanî û tevahiya pêkhateyên olî û netewî yên din li Iraq û herêm bi aştî û azadî bi hev re bijîn.”

 

Nûçeyên têkildar